Heşdî Şeibî cehê Şingalê dişîne Îranê

Heşdî Şeibî cehê Şingalê dişîne Îranê

Kesayetiya êzdî li qeza Şingalê diyar kir: ‘’Naha dest bi kirîna cehê sala borî li Şingalê hatiye kirin, hemû jî, ji bo Îranê tê şandin. Ev yek jî bûye sedem nirxê ceh du beramber giran bibe.

Kesayeta êzdî li Şingalê Qasim Derbo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dest bi kirîna ceh li devera Şingalê hatiye kirin. Li gor zanyariyan jî ew ceh nav sayloyan jî hemû hatiye derxistin û ji bo Îranê hatiye şandin. Ev kar hemû bi piştevaniya Heşdî Şeibî hatiye kirin û ev yek bûye sedem nirxê ceh gelek giran bibe.’’

Herwaha got: ‘’Berî naha tona ceh 200 hezar dînaran jî nebû lê naha tona wê bûye 425 hezar dînar û dest jî nakeve. Heta naha tiştekî baş li Şingalê çênebûye roj bo rojê xirabtir dibe.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Ew cehê deverê hemû bo Îranê hatiye şandin, heta cehê nav sayloyan jî nehiştine û hemû birine.’’

Pustên heman beş