Hat ragihandin ku milîsên Îranê yên piştevaniya rejîma Esed dikin, xebatên xwe yên ji bo çekdarkirina gelê Sûriyê bi pereyan zêde kirine û ji bo vê jî sûdê ji kêmderfetiyên aborî yên xelkê distînin.
Rojnameya El-Ereb ragihandiye, “Milîsên ku Îranê ji bo piştgirişa rejîma Beşar El-Esed anîne, ji rewşa xirab a jiyanê ya xelkê sûde distînin û wan bi pereyan di nav refên xwe de bi çek dikin.”
Tê gotin, milîsên Lîwa Fatimiyûn ku ji leşkerên Efgan yên şîe hatiye avakirin û bi ser Îranê ve ye, xebatên leşkerkirinê di nava gelê Sûriyê de li gundewarên rojhilatê Helebê zêde kirine.
Herwiha xebatên xwe yên olî jî berfireh dikin û ji bo parastina rejîma Esed û sepandina hebûna xwe ya olî û civakî di nav liv û tevgerê de ne.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî piştrast kiriye ku leşkerkirina ji aliyê Lîwa Fatimiyûn ve bi rêya pereyan e û ji rewşa giran a aborî ya xelkê sûde distîne daku xelkê bi pereyan çekdar bike.