Îranê di yekem roja meha pîroz de ciwanekê Kurd darvekir

Îranê di yekem roja meha pîroz de ciwanekê Kurd darvekir

Rejîma Îranê îro ku yekem roja meha remezana pîroze, girtîyekê Kurd yê Rojhilata Kurdistanê, darvekir.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do danê sibê girtiyekî Kurd bi navê Erselan Muradî, li nav girtîgeha navendî ya bajarê Bîrcend yê Îranê hat bidarvekirin.

Herwiha agahî didin zanîn, ew girtiyê Kurd ku xelkê bajarokê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê bû, du sal berê li bajarê Bîrcendê bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişbir hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizakirin.

Malbata wî welatiyê Kurd destnîşan dike, berpirsên girtîgehê nehiştine ew beriya îdamê jî kurê xwe bibînin.

Bajarê Bîrcendê navenda parêzgeha Xorasana Başûr ya Îranê ye û dikeve rojhilatê Îranê.

Pustên heman beş