Hevjîna Îsmaîl Beşikçi, Leman Beşikçi koça dawiyê kir

Hevjîna Îsmaîl Beşikçi, Leman Beşikçi koça dawiyê kir

Hevjîna civaknasê navdar yê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Beşîkcî, Leman Beşikçi di 92 salîya xwe da koça dawiyê kir. Leman Beşikçi ev demek e li Nexweşxaneyekê Enqereyê dihat dermankirin.

Weqfa Îsmaîl Beşikçi li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi Kurdî û Tirkî agahîya wefata Leman Beşîkçîyê parve kir. Di daxuyanîya Weqfê da hat gotin, “Hevjîna serokê rûmetê yê weqfa me Îsmaîl Beşikçi, Leman Xanimê wefat kiriye. Em gelekî li ber ketin. Rehma Xwedê li Dayika Leman be û xwedê sebrê bide mamoste û malbatê. Cihê wê bihuşta nûranî be”.

Hevjîna Îsmaîl Beşikçi, Leman Beşikçi 92 salî bû û ji ber nexweşînên temendirêjîyê ev demekî bû li Enqereyê dihat dermankirin. Leman Beşikçi, li nexweşxaneyekê Enqereyê, îro serê sibehê di saet 09:00an da koça dawî kir.

Pustên heman beş