Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, ragihand ku 2 yekîneyên leşkerî û 3 yekîneyên daxistina asmanî li sînorên rojava yên hevsînorên Ewropayê hatine bicihkirin.
Şoygu li bajarê Severomorsk ê Rûsyayê derbarê çalakiyên leşkerî yên Amerîka û NATOyê de daxuyanî dan.
Şoygu sewqîyata leşkerî ya Amerîkayê bi ser Atlantîkê ber bi Ewropayê ve bibîr xist û diyar kir ku beşek mezin ji hêzên rûsî li Derya Reş û herêma Baltikê hatine bicihkirin.
Herwiha Şoygu, diyar kir ku ew li bendê de Amerîka û NATO 40 hezar leşker û alavên leşkerî li nêzîkî herêmên sînorî yên Rûsyayê bicih bike.
Peyamakurd