Neteweyên Yekbûyî ragihand ku konferansa taybet bi aştiya Efxanistanê bi beşdariya nûnerên hikûmeta Efxanistanê û nûner û serkirdeyên Tevgera Talîbanê roja 24ê Nîsanê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê tê sazkirin.
Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, herdu welatên Tirkiye û Qeter beşdarî konferansê dibin û Neteweyên Yekbûyî serpereştiya konferans û civînên nûnerên Efxanistan û Talîbanê dike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric dibêje: Konferans konferanseke berfireh dibe di asta bilind de, Tirkiye wek mazûvanê konferansê beşdar dibe, herwiha Qeter jî ku berê mazûvaniya civînên Talîban û Efxanistanî kiriye tevlî konferansê dibe û Neteweyên Yekbûyî jî serpereştiya civînên navbera nûnerên hikûmet û Talîbanê dike.
Stephane Dujarric diyar kir, armanc aramiya Efxanistanê ye daku danûstandinên navbera Talîban û Efxanistanê bigihin encamekê.
Dujarric got: Armanca konferansa Stenbolê bo aştiya Efxanistanê temamkirina karên danûstandinên Dohayê ye bo bidestxistina aramiya siyasî.