Hêzên rûsî navçeyên YPGê bi cî hiştin

Hêzên rûsî navçeyên YPGê bi cî hiştin

Artêşa Rûsya federal îro hêzên xwe ji dû navçeyên her sitratecîk yên Sûriyê vekşandin ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê li wir hene.

Ji duh roja sêşemî ve û heya îro roja çarşemî 14/4/2021an, hêzên Rûsyayê ji derdora bajarê Telrifet û navçeya Şehbayê vekşiyane ku hêzên YPGê li wan navçeyan hene, hêzên Rûsyaya dû binkeyên sereke li wan navçeya bi cî hiştin.

Karwanên hêzên Rûsî bi erebe û otomobîlên serbazî ji binkeyan vekişyane û ber bi navçeyên li jêr destî hikûmeta Sûriyê çûne.

Li gor medya nêzkî Rêveberîya Xweser jî, hêzên Rûsî duh, ji xalên serbazî yên li gundên Tilrifet, Şêrawa vekişiyan.

Her li gor wan Ajansa, Rûsyayê ragihandiye ku dê ji Şehbayê derkevin û derbasî herêmên di bin destê hikûmeta Sûriyê da bin li helebê.

Ev yek di demekê deye ku vekşîna hêzên Rûsî ji navçeyê bûbû cihê nerazîbûnê xelkê li navçeyê û xelkê bi vêxistina agir li ser hinek rêyan nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

Pustên heman beş