Medyaya Iraqê belav kiriye îro roja çarşemê 14.04. 2021ê li parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê bombeyeke çandî bi karwanê hevpeymaniya navdewletî ya DAIŞê de teqiyaye.
Ligor nûçeyên medyaya Iraqê belav kiriye li parêzgeha Zîqarê bombeye çandî ya bi hêzên hevpeymaniya navdewletî ya DAIŞê de teqiyaye. Herwiha ligor nûçeyên medyaya Iraqê ew karwana hevpeymaniya navdewletî kelûpelên stratejîk vediguhestin û hîç zirareke canî pêk nehatiye.
Êrîşên beramber hêzên hevpeymaniya navdewletî li bajarên Iraqê êdî bûye diyardeyeke û milîsên tûndrew ê şîe wan êrîşan encam didin.