Rûsyayê bo cara duyemîn hişyariyê dide Tirkiyê

Rûsyayê bo cara duyemîn hişyariyê dide Tirkiyê

Paş ku roja duşemî wezîrê derve ê Rûsyayê, Sergey Lavrov da xweya kirin ku Rûsya naxwaze Tirkiye tedaxulê di rewşa Ûkraynayê û rewşa vê dawiyê a navçeya Donbas, ku têde şer di nêvbera Rûsya û Ûkraynayê de rû dide bike û  her wisa Tirkiya hişyar kirbû ku nabe alîkariya grûpên çekdarên Ûkraynayê bike û çek û cebilxaneyan ji wan re bişîne, duh roja sêşemî jî dîsa Rûsyayê hişyarî da Tirkiyê.

Di vê derbarê de cîhgirê wezîrê derve ê Rûsyayê sergey Reyabkov ragihand, bi ti awayan em naxwazin bibîsin ku balefirên bê pîlot ên Tirkiyê hatîne şandin ji boy navçeya Donbas û pêdivî dike Tirkiye di vê derbarê de pir hişyar û çav vekirî be û xwe ji avêtina her pêngaveke bi vî awa dûr bigire ku bibe sedema aczizbûna Rûsyayê.

Pustên heman beş