Hat ragihandin, di demeke ku krîza Rûsya-Ûkraynayê berdewame de, Amerîkayê biryar daye bi sedema destwerdana hilbijartinên Amerîkayê û êrîşên sîber dorpêçên nû bi ser Rûsyayê de bisepîne.
Li gorî nûçeya Bloomberg Newsê dorpêçên nû îro wê bên eşkerekirin ku 12 endamên îstixbarata rûsî û bi qasî 20 saziyên nêzîkî Rûsyayê li xwe digirin.
Herwiha Bloomberg Newsê diyar kiriye ku di nav wan dorpêçên nû de, biryare 10 dîplomat û wezîfedarên fermî yên rûsî werin dersînorkirin.
Roja Sêşemê Serokê Amerîkayê Joe Biden ligel Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn pêwendiyeke telefonî encam dabû û tê de li ser parastina berjewendiyên Amerîkayê hişyarî dabû aliyê Rûsyayê.