Îro jî çekdarên rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê ji hêla balefirên ceng ên Tirkiyê ve hatin hedefkirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 15/4/2021an, balefirên cengî ên dewleta Tirkiyê baregehên PKKê li navçeya Kaniya Mêra ya aqarê gundê Çelkê yê bi ser nahiya Kanî Masê ve li devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê hedef kir.
Êriş li saet 6:00ê êvarê pêkhatîye, lê heya niha nayê zanîn gelo zirarên PKKê di vê êrîşê de çi qasin.