Bêtir ji 8 salan li ser revandina 8 efserên Kurd yên ji rêjîma Sûriyê cuda bûne derbas dibin, hîn jî bê çarenivîs in, û tu agahî û zaniyarî li ser wan tune ne. Serbarî bangên berdewam, dîsa malabtên efserê kurd banga xwe gihand serok Mesûd Barzanî, û hemû alî û partiyên siyasî ku fişarê li ser PYDê bikin da ku çarenivîsa efserên kurd diyar bibe.
Piştî şoreşa Sûriyê ji ber ku artêşa rêjîma Sûriyê bi karê stemkarî û binpêkirinan derheqê gelê Sûriyê de radibûn; bi hezaran ji efser û çekdar ji artêşa rêjîmê cuda bûn, herwiha bi hezaran ji kurdên ku di leşkeriya rêjîma ya neçar û kesên xwebexş veqetiyan.
Di meha Nîsanê /2013an 8 efserên kurd ji artêşa rêjîmê cuda bûn, û biryara hatina Herêma Kurdistanê da, piştî ku xwe gihandin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku di wê demê û ta niha jî ew bajar di bin destê PYDê de ye, dengûbasên wan hatin birîn.
Efserên kurd ev in:
Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye
Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye
Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye
Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye
Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye
Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye
Li gor çalekvan û siyasetmedaran ku PYDê bi karê binçavkirina efserên kurd rabûne û ne dûr ku radestî rêjîmê kiribe.
Malbata wan tekez dikin ku bi destê PYDê hatine revandin, di daxuyaniyekê de, ku di salvegera 8an de hatibû belavkirin, bi zelalî eşkere kirin ku li gundê Swêdiyê yê Dêrikê hatine revandin.