Hat ragihandin çekdarên PKKê li Şingalê dest bi talankirin û firotina şûnwarên şengalê kiriye û hejmarek herî zêde a van şûnwarên dêrîn ji boy firotinê şandine Îranê.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, piştî dest bi serdagirtina Şingalê ji hêla çekdarên PKKê ve, van çekdaran bi amûrên lêgerîna şûnwaran hejmarek herî zêde a şûnwaran li çiyayê Şingalê keşf kirîne û pişt re bi rêyên qaçax derbasî Îranê kirine daku li wir bifroşin.
Şûnwarên her welatekî bi yek ji çavkaniyên naskirin û dewlemendiya şaristaniya gelê di wî wilatî de jiyan dike tê hesibandin, Şingal weke beşek ji xaka Kurdistanê xwedî hejmarek herî zêde a şûnwarên dîrokî ye, tê gotin jî ku di dema xwe de, Eskenderê Meqdonî li dema dagîr kirina Bexdayê hejmarek zêde a zêrê bi dest xwe xistî aniye û li çiyayê Şingalê veşartiye, ev yek bi awayekî dîrokî ji bav û bapîran ve hatiye vegêrandin, lê jiber nebûna amûrên pêşkeftî di destê xelkê de û yasax bûna vê karê ti kes nikarî wan peyda bike, lê niha çekdarên PKKê dest bi talankirina wan şûnwaran û firotina wan bi Îranê kiriye.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li çiyayê Şingalê PKKê bi amûrên herî pêşkeftî kariye hejmarek ji wan şûnwaran ku di nav de zêrên ser dema Eskenderê Meqdonî hebûne peyda bike.
Çavkaniyên me her weha eşkere kirin li dema rabûrî PKKê çendîn erebe bi van şûnwaran tijî kirîne û ew birine, ev yek jî bûye sedema nerazîbûna kurdên êzdî, jiberku êzdî dibêjin ev şûnware girêdayî dîrok û şaristaniyeta Şingalê ye û nabe bi vî awa ew şûnwar werin enfalkirin û dizîn.