Lahur gefa radestkirina Pêşmergê Komelê bi Îranê dike

Lahur gefa radestkirina Pêşmergê Komelê bi Îranê dike

Lahur Şêx Cengî yê hevserokê Yekêtîya Nîştîmanî Kurdistanê gefa radest kirina Pêşmergeyê Rojhilat bi rejîma Îranê dike û hêzeke çekdar şandîye ser baregeha Komela şoreşger û gef lê xwarine.

Li gorî agahiyên destê me, duh roja şemî 17/4/2021an, hêzekeke çekdar bi fermana Lahur ê Cengî bi ser baregeha Komela Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de girtîye û gef lê xwarine ku heger Komele zelalkirinekê li derbara Pêşmergeyê ku li Silêmaniyê wunda bûy nede, li wê çaxê wê endamên baregeha Komelê radestî Îranê bike.

Li roja sêşemîya rabûrî 13/4/2021an, Simko Benifşî, Pêşmergeyê Komela Şoreşger ya zehmetkêşên Kurdistana Îranê, derbasî Silêmaniyê bû, ji wê rojê ve ew wundaye û agahî li derbara çarenivîsa wî tuneye, Komela şoreşger ragihand, ew li benda rêveberîya asayîşa Silêmanyê ne ji bo ku zelalkirinekê li derbara Simko bide.

Gelê Rojhilat tirs heye Lahur Cengî Simko Benifşî weke Mistefa Selîmî radestî Îranê bike

Paş îfşa bûna nûçeya wunda bûna Simko Benifşî, karvedanên her dijwar li Rojhilata Kurdistanê çêbûne, gelê Rojhilat tirsa wê yekê heye ku Simko ji hêla Lahur Cengî ve hatibe bin çav kirin, hem dem radest kirina wî bi rejîma Îranê bi karekî dûr nabînin weke çawa li sala rabûrî Mistefa Selîmî radest kirî.

Sekretaryeta Komelê daxuyanî li derbara çarenivîsa Simko da û ragihand, em hatine haydar kirin ku Simko Benifşî ji hêla hêzên ewlehiyê ve bi cînayeta ajaniyê hatîye bin çav kirin û eşkere kir ew li benda lekolînane û bêy ku bidin diyar kirin kanê vî kesî ajanî ji bo tu alîyekî kirîy.

Gomana gelê Rojhilata Kurdistanê rastîyeke, ji ber ku Sirwe Nasirî endama komîta navendî ya Komelê eşkere kir ku Simko Benifşî ji hêla çekdarên Lahur ve hatîye bin çav kirin û cînayeta sîxortiyê ji bo hatîye çêkirin.

Çavkaniyên me li başûrê Kurdistanê eşkere kirine, hêza ku bi ser baregeha Komela şoreşger de girtî, gef li endam û kadiroyên Komelê xwarine ku heger ew zelal kirinekê li derbara vê mijarê nedin wê wan radestî Îranê bikin.

Hêjay gotinê ye, li sala rabûrî Mistefa Selîmî zîndaniyê Kurd paş ku ji zîndanê reviyayî û pena ji boy Silêmaniyê birî, ji hêla Lahur ve tê bin çav kirin û radest kirin bi Îranê, Îranê her rast ew darve kir.

Li heman salê Elî Qayar yê hevserokê HDPê yê bajarê Sêrtê ku ji bo karên bazirganî hatibû Silêmaniyê ji wê demê ve wundaye û çarenivîsa wî nediyare.

Pustên heman beş