Rêveberiya Rojava 35 zarokên DAIŞê radestî Rûsyayê dike

Rêveberiya Rojava 35 zarokên DAIŞê radestî Rûsyayê dike

Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, îro Yekşemê 35 zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî radestî hikûmeta rûsî dike.

Rêveberiya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihand, îro, 18/04/2021, wê hejmareke zarokên çekdarên DAIŞê yên bi esil Rûsî li kampa Holê, radestî hikûmeta Rûsyayê bên kirin.

Komisyara Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Koznitsova roja 20ê Adara borî de dabû xuyakirin, ew amade ne ji bo vehuhestina 30 zarokan ji kampa Holê.

Anna Koznitsova gotibû, hemû rêkar temam bûne lê rêkarên taybet bi koronayê rê nedan ew yek bê kirin.

Zêdetirî 35 hezar zarokên çekdarên ji 48 welatên cuda, li kampa Holê dimînin û gelek caran Rêveberiya Xweser bang li welatan kiriye hemwelatiyên xwe werbigirin.

Pustên heman beş