Wê Amerîka bi çekên nukleerî Japonyayê biparêze!

Wê Amerîka bi çekên nukleerî Japonyayê biparêze!

Piştî civîna Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Japonya Yoşihide Suga hat ragihandin ku Washington pabendî peymana hevkariya ewlekariyê ya sala 1960an hatiye girêdan e û bi biryar e Japonê bi çekên nukleerî biparêze.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye gotin, Koşka Spî dixwaze aştî û îstiqrara li Kendava Teywanê bê parastin û Amerîka pabendî peymana parastina bi çekên nukleerî ya Japonyayê ye.

Herwiha herdu li gorî medya Japonî Biden û Suga di hevdîtinê de nîgeraniyên xwe yên derbarê Hong Kong û Herêma Sîncan a Uygurê de anîne ziman ku Çîn binpêkirinên mafên mirovan li wan herêman pêk tîne.

Pustên heman beş