Balefirên cengê yên Rûsyayê li baregehên terorîstan li Tedmurê xistin, dora 200 terorîstan kuştin û wêranîyeke herî mezin li ciyê êrîşê çêkir.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê radigihîne, hêzên Rûsî baregeheke perwerdeyê ya teroristan li nêzîkî Tedmurê rûxand û di operasyonê de dora 200 çekdar hatin kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyanîyekê de got: Li gor zanyariyên me, çekdaran baregehek li bakurê Tedmurê ava kirine û tê de grûpên çekdaran tên amadekirin û ji bo navçeyên cuda ên Sûriyê tên şandin û kiryarên teroristî dikin, Herwiha di wê baregehê de jî bombe û teqemenî bi destan tên dirustkirin.
Dest nîşan kir, balefirên şer ên Rûsyayê êrîşî ser wê baregehê û cihên veşartinên yên teroristan kirin. Di encamê de 200 çekdar, 24 otomobîlên û 500 kîlo cebilxane hatin jinavbirin.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Balefirên Rûsî di 72 demjimêrên borî de zêdetir ji 220 êrîş li dijî armancên DAIŞê pêk anîbûn û di encamê de 26 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.