Keştiyên şer gihîştine derya Reş

Keştiyên şer gihîştine derya Reş

Asta kirîz û rageşiya navbera Ûkrayna û Rûsyayê ku welatên zilhêz ên cîhanê ji nêzîk ve eleqedar dike her diçe zêde dibe.

Rûsyayê piştî bicihkirina 115 hezar hêza leşkerî li sînorên Ûkraynayê vê carê jî ragihand ku li Derya Reş bi beşdariya zêdetirî 20 keştiyên şer û balafirên Su-25SM3 rahênaneke leşkerî pêk tînin.

Li gorî ragihandina berpirsên leşkerî yên rûsî niha zêdetirî 50 balafirên şer jî li Qirimê hatin bicihkirin.

Li aliyê din Brîtanya jî ketiye tevgerê û li hember amadekariyên leşkerî yên li Derya Reş keştiyeke şer dişîne ku Tirkiye ji bo derbasbûna bi ser kendava Stenbolê de hatiye agahdarkirin.

Pustên heman beş