Amerîka Cemîl Bayik û Duran Kalkan û Murad Karayilan xistin di lîsta daxwazkirîyan de

Amerîka Cemîl Bayik û Duran Kalkan û Murad Karayilan xistin di lîsta daxwazkirîyan de

Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, her yêk ji Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan xistin di lîsta daxwazkirîyan de û bi milyonan dolar xelat ji boy her kesekî dest nîşan kirin ku agahîyan li derbara wan bide.

Wezareta derve ya Amerîkayê bi rêya ekawinta xwe ya fermî ya bi navê «xelat li pênavê dadperwerî» li Twitter ê, wêne û agahî li derbara Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murad Karayilan parvekirine û di ragihandinekê de, PKKe weke girûpeke terorîstî bi nav kirîye.

Wezareta derve ya Amerîkayê dest nîşan kir, rêxistina PKKê zirar li gelê sivîl kirîye û ji ber vê navê rêveberên wê Cemîl Bayik, Murad Karayilan, Duran Kalkan ketîye di lîsta daxwaz kirîyan de.

Amerîkayê xelata 4 milyon dolaran ji bo dana agahîyan li ser Cemîl Bayîk dest nîşan kirin, her wiha xelata 3 milyon dolaran ji boy Duran Kalkan û her wiha xelata 5 milyon dolaran ji bo dana agahîyan li derbara Murad Karayilan dest nîşan kirine.

Li dawîya ragihandina Amerîkayê hatîye: Hikûmeta wîlayetên Yekbûyî ya Amerîkayê li himberî agahiyên elaqedar bi her yêk ji van kesan, wê xelatan bide, parastina çavkaniyên ku agahîyan jî dişînin kirîye.

Wezareta derve ya Amerîkayê xwestîye ku ji bo dana agahîyan pêwendî bi nêzîktirîn kunsilxaneyên Amerîkayê bê kirin, yan jî  li ser vî nav û nîşanî agahî bên şandin.

info@rewardsforjustice.net

Pustên heman beş