Rûsya hejmara hêzên xwe li ser sînorê Ukraynayê zêde dike

Rûsya hejmara hêzên xwe li ser sînorê Ukraynayê zêde dike

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba ragihand ku di demeke kin de Rûsya dê hejmara leşkerên xwe ser sînorê Ukraynayê bighîne bêhtir ji 120 hezar leşker, herwiha bang li Welatên Ewropa yê kir sizayên aborî yên tund bidin ser Mosko yê.

Ukrayna, Amerîka û NATOyê dilgiranin derbarê belavkirina leşkerên Rûsî li nêzîkî sînorê Ukrayna û li nîv girava Qirimê ku di 2014an de Rûsya dest danîbû ser.

Berpirsên Ewropî dibêjin ku hejmara hêzên Rûsî niha li nîv girava Qirimê bêhtire ji dema ku Rûsya dest danî ser wê nîv gravê.

Ji aliyê xwe ve Rûsya ragihand ew ê bo dema 3 heftiyan rahênanên leşkerî li wir bikin da ku amadebaşiya hêzên xwe test bikin bo bersivdana gefên NATO yê.

Demeke li Rojhilatê Ukrayna yê li Herêma Donbas alozî dinavbera Hêzên Ukrayna û cûdaxwazên ser bi Rûsya yê derketiye û Rûsya hêzên xwe li ser sînorê Ukraynayê belav kirine bo pişgirîkirina alîgirên xwe li dijî hêzên Ukraynayê.

Pustên heman beş