Serokê Sûriyê Beşar Esed ji bo hilbijartinên seroktiyê yên ji aliyê rejîma Şamê ve 26ê Gulanê têne lidarxistin de, serlêdana namzetiyê kir.
Hat ragihandin ku Esed îro 21ê Nîsanê ji bo hilbijartinên seroktiyê serlêdana namzediyê kiriye ku li gorî yasayê kesên bibin namzed heta 28ê Nîsana 2021ê dikarin serlêdana xwe li Dadgeha Destûrê bikin.
Hêjayî gotinê ye, hilbijartinên seroktiya Sûriyê ku ji aliyê rejîma heyî ve biryara wê hatiye dayîn, ji aliyê civaka navdewletî ve nayê pênasekirin ku li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî diviya piştî çareseriya krîza Sûriyê di bin çavdêriya civaka navdewletî de hilbijartin bêne kirin.
Beşar Esed 55 salî ye û piştî ku bavê wî Hafiz Esed sala 2000an wefat kir ketiye şûna wî ku ji wê demê ve serokê Sûriyê ye.