Hevpeymaniya NATO li dijî kiryarên Rûsya û Çînê li Brukselê civîna xwe ya 29emîn a bi beşdariya hemû serokên welatên endam li dar dixe.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand, wê serokên welatên endamên NATOyê 14ê Hezîranê li Brukselê bicivin.
Jens Stoltenberg li ser naveroka civînê got, di civînê de, wê nîqaş li ser bihêzkirina NATO ya weke pirekê navbera Amerîka û Ewropayê de bê kirin û ev jî derfeteke ji wan.
Stoltenberg bal kişand ser ku êrîşkariya Rûsya, gefên terorî, êrîşên sîber, teknolojiya hilweşîner, guherîna avhewa û bihêzbûna Çînê wê rojeva sereke ya civînê be.
Civîna 28an a endamên NATOyê herî dawî di sala 2018an de dîsa li Brukselê hatibû lidarxistin.