Zerîf serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike

Zerîf serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike

Wezîrê karên derve yê Îranê, wê serdana her yêk ji Başûrê Kurdistanê û Îraqê bike, civîn wê li gel rayedarên Hewlêr û Bexdayê hebin.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade diyar kir, biryar e Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike û bi rayedarên payebilind ên Iraq û Herêmê re bicive.

Seîd Xetîbzade destnîşan kir, bi mebesta gotûbêjkirina rewşa herêmê, biryar e roja Yekşemê 25ê Nîsana 2021ê, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Iraqê bike.

Li gor zanyariyan, biryar e di serdana xwe de Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Pustên heman beş