Şikestinê bi serketin tomar bike, ev silogana sereke a partiyên îdolojîst û dewletên totalitarian.
Kurdistaniyên belengaz bûyne qurbaniyên vê polîtîkaya ku ji hêla partiyên bi nav Kurdistanî û dewletên Kurdistan dagîrkirî, tê cî bi cî kirin.
Di vê heftiyê de ev leyistin bi awayekî eşkere di nêvbera artêşa Tirkiyê û Partîya Karkerên Kurdistanê bi rengê peymana li pişt perdê hat bi cî kirin.
Li sala 1915an, dewleta Osmanî komkujiya li ser sivîlên Ermeniyan çêkir û li roja 25ê vê mehê Amerîka bi awayekê fermî ev komkujî bi jenosîd nas kir.
Jenosîd naskirina komkujiya Ermeniyan ji hêla Amerîkayê ve bûye sedema peydabûna aloziyê di nêvbera partiyên muxalif û rêxistinên sivîl di hundirê Tirkiyê de, hemwext cadeya Tirkiyê li dijî desthilata Tirkiyê û bi taybet li ser partîya desthilatdar bi deng hat.
Heya ku ev alozî li Tirkiyê hinekî sist û xav bibe û bandora nigetîv li ser desthilata Tirkiyê neke, pêwîst dike hikûmeta Tirkiyê karekî wisa bike ku nîşanên serketinê têde di xweya bin, wate serketin bi ser şikestinê bikeve û mijara sereke ji bîra xelkê biçe.
Konseya hevbeş a veşartî a di nêvbera Partîya Karkerên Kurdistanê û dewleta Tirkiyê de gihiştin wê biryarê ku pêwîste her zû operasyoneke lezgîn were encam dayîn, bi awayekî ku arteş têde serketinê bi dest bixe û biryara operasyona zinara Kêste hat girtin.
Stratejîya operasyona zinara Kêste wê 3 armancan bi cî bike: