Li yek ji navçeyên sînorî yên bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê, herî kêm 5 kolberên kurd bi teqeya rasterast a hêzên rejêma Îranê birîndar bûn û pişt re ji boy nexweşxaneyên vî bajarî hatin veguhastin.
Rêxistina Mafên Mirov a Hengaw ragihand ku serê sibê ya îro yekşemê 25/4/2021an, hêzên rejêma Îranê li navçeya sînorî a bi navê “Qolqole” li bajarê Merîwan, teqe li karwanekî kolberên kurd kiriye û herî kêm 5 Kolber birîndar kirîne.
Hengawê nasnameya wan 5 kesan eşkere kiriye û ragihand: “Karwan Menûcehrî, Zanyar Hatem Penah, Selah Weten Dost, Soran Weten Dost û Aram Menûçehrî” ku xelkê bajarê Merîwan û gundê Mîraway ê ser bi Merîwanê ne, ji hêla hêzên supayê pasdarên Îranê ve bi teqeya rasterast hatîne armanc kirin û piştre birîndar bûne.
Piştî ku karwanê van kolberên kurd ketiye kemîneya hêzên ser sînor û birîndar bûy, heya niha çarenvîsa herî kêm 30 kolberên din ên vê karwanê xweya nebûye.
Hat zanîn ku ev kolberên brîndar bûy ji boy nexweşxaneya “Buelî” a bajarê Merîwanê hatîne veguhastin.