PKKê bi TNT yê 3 wezîfedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê birîndar kirin

PKKê bi TNT yê 3 wezîfedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê birîndar kirin

Sê wezîfedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro serê sibê li navçeya Kanî Masê birîndar ketin, wexta ku TNT yeka veday ya çekdarên PKKê bi wan ve teqyayî.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 27/4/2021ê, 3 wezîfedarên fermangeha karebê ya parêzgehîya Dihokê li çiyayê Gabnêrkê li sînorê gundê Ravîna li wexta ku xwestîn tora karebê ewa di êrîşên duh de ziyan vê ketî çareser bikin, TNT yeka çekdarên PKKê bi wan ve teqyay ye.

Ev hersê wezîfedar evin:

  1. Hisên Silêman Ravînî.

  2. Îbrahîm Mihemed Ravînî.

  3. Nîwar Mihemed Salih Zikrî.

Çavkaniyên me eşkere kir, ev hersê wezîfedar ji boy nexweşxanê hatine rakirin û niha li parêzgehîya Dihokê tên derman kirin.

Di 24 saetên derbasbûyî de, êrîşên dewleta Tirkiyê li ser liv û tevgerên PKKê li Başûrê Kurdistanê herî zêde hatin encam dayîn, bi wê sedemê tora karebê ya hejmareke gundên navçeya Kanî Masê zirar pê gihîştin.

Îro ev hersê wezîfedarên fermangeha karebê ya parêzgehîya Dihokê ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê çûn Kanî Masê, lê belê TNT yeka çekdarên PKKê bi wan ve teqyay ye.

Rêxistina PKKê li mehên rabûrî bi awayê DAÎŞê, rêya gundên Başûrê Kurdistanê, bi taybet li sînorê parêzgeha Dihokê TNT dike, lê belê her carê ev hewlên wan ji hêla hêzên ewlehîya Başûr ve rastî şikestinê hatine.

Pustên heman beş