Leşkirên bingeheke leşkirî a supayê pasdarên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, gulle berdan hev du û bi vê sedemê fermandarê vê bingeha leşkirî û leşkerekî din hatin kuştin.
Çavkaniyên medyayî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kiriye, duh roja duşemî 26/4/2021an, li bingeheke leşkirî ê bi navê “Kawe” li cadeya “Sahilî” a bajarê Şino di nêvbera çekdarên supayê pasdaran şer rû daye û du çekdar ku yek ji wan fermandar bûye hatine kuştin û çekdareke din jî birîndar ketiye.
Di vê derbarê de malpera “Mîhir” a Îranê tevî ku tekezî li ser bûyerê kiriye, lê belê bi tenê amaje bi kuştina fermandarekî blind ê supayê pasdaran bi navê “Wehîd Zerefşan” kiriye ku di dema bicî anîna erkê xwe de hatiye kuştin û amaje bi kuştin û birîndaran û hûrgilyên zêdetir nedaye.
“Wehîd Zerefşan” fermandarê yekeya 310 a supayê pasdaran li bajarê Şino ê Rojhilata Kurdistanê bû.
Yên di vê rûdanê de hatiye kuştin tev tirk û nîştecîyên bajarokê Nexedê ne, ji aliyê xwe ve heya niha çapemeniya Îranê bas li sedemên vê bûyerê nekirin e.
Hin rêxistinên taybet bi mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê, amaje bi vê yekê kiriye ku ev fermandarê supayê pasdaran bi sedema şer û aloziya di gel endamekî Besîcên Îranê “parêzvanên xwebexş ên parastina şoreşa îslamî ya Îranê” hatiye kuştin. Li gor nûçeyên hatîne parvekirin, ev endamê Besîcên Îranê piştî ku fermandarê bingehê dikuje, jiyana xwe jî bi dawî tîne.