“Keştiyên supayê pasdaran, heya 50 metran nêzî keştiyên Amerîka bûne û prisgirêk ji wan re çêkirine”
Amerîka supayê pasdarên Îranê weke tehdîdek li ser asayîşa deryayî dizane û dibêje armanca Îranê ji van karan têkdana gotubêjên nuklerî ye li Vienna yê.
Rojnameya “The Wall Street journal”, roja duşemî 26/4/2021an, piştî parvebûna tomareke dengî a Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve ê Îranê, li himber mudaxeleyên Qasim Suleymanî, fermandarê berê ê feyleqa Quds a supayê pasdarên Îranê ji boy têkdana lihevhatina nuklerî ya Îranê û wilatên 5+1, li ser gotina berpirsên Amerîkayê ragihandiye, bi dubare destpêkirina gotubêjên nuklerî keştiyên supayê pasdaran di avên navdewletî de pirsgirêka ji keştiyên Amerîkayê re saz dikin.
Di rapora vê rojnameyê de hatiye ku di meha rabûrî de di dema gotubêjên lihevhatina nuklerî de li Vienna yê, keştiyên supayê pasdaran heya 50 metran nêzî keştiyên Amerîkayê bûne û prisgirêk ji wan re dirust kirine bi awayekî ku keştiyên Amerîkayê neçar mane rêya xwe biguherînin.
Ev yekem car nîne ku hêzên supayê pasdaran karên provaksyon li dijî keştiyên Amerîkayê di avên navnetewî de encam didin, pêş niha jî çendîn caran supayê pasdaran ev kare encam dayîne.