DAÎŞê 11 eskerên Îraqê hedef kirin

DAÎŞê 11 eskerên Îraqê hedef kirin

Di 24 saetên rabûrî de, rêxistina terorîstî a DAÎŞê 11 esker û polîsên Îraqê hedef kirine, ji wan 5 esker hatine kuştin.

Jêderekî ji ewlehiya parêzgeha Diyale ragihand, li bakurê Xaneqînê di êrîşeka DAÎŞê de, dû leşkerên lîwaya 19 ya artêşa Îraqê birîndar bûn.

Şaneya ragihandina ewlehiyê ya Îraqê jî ragihand, terorîstekê DAÎŞê li navçeya Ubeydî ya li bakurê Bexdayê û terorîstekê din li bakurê Samrayê hatin desteser kirin.

Di sercema êrişên ku di 24 saetên rabûrî de hatine encam dan, rêxistina terorîstî ya DAÎŞê 5 esker û polîs kuştine û 6 jî birîndar bûne.

Pustên heman beş