Votel: Nûrî Malikî xera kir

Votel: Nûrî Malikî artêşa Îraqê xera kir

Generalê Amerîkayê Joseph Votel diyar kir, ji ber Amerîka ji Iraqê vekişî, rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê ava bû.

General Joseph Votel ku fermandarê berê yê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn bû da zanîn: ‘‘Çareseriya pirsgirêkan û jinavbirina DAIŞê, tenê bi rêya leşkerî ve nabe. Pêwîst e bi rêya dîplomasî û çareseriya siyasî jî bê kirin.’’

Herwiha General Joseph Votel sedema dagirkirina Mûsilê ya ji aliyê DAIŞê û şikestina artêşa Iraqê jî, xist stûyê serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî û destnîşan kir: ‘‘Wî artêşa Iraqê kir artêşeke siyasî.’’

Fermandarê Amerîkayê eşkere kir, vekişandina beşek piraniya hêzên Amerîka ji Iraqê, yek ji sedemên serîrakirina DAIŞê bû li wî welatî.

Roja 18.12.2011ê Amerîka û Hikûmeta wê deme ya Iraqê, di serokatiya Nûrî Malikî de, li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê gihîştin rêkeftinê.

Pustên heman beş