PKKe di danana TNT yên dije însan li Herêma Kurdistanê berdewame

PKKe di danana TNT yên dije însan li Herêma Kurdistanê berdewame

Partiya Karkerên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berdewame di danîna TNT ya li ser rêyên giştî, bi vê sedemê jî duh roja sêşemî TNT yek bi karmendên elektirîka Kanî Masê ve teqîya û 3 kes birîndar kirin.

Paş ku bi sedema operasyona Tirkiyê bo ser çekdarên PKKê di nava Herêma Kurdistanê de li sînorê navçedariya Kanî Masê elektirîka 76 gundan qut bûyî, ekîbên sexbêrkirina elektirîkê ji boy çareserkirina pirsgirêka çêbûyî seredana çiyayê gabnîrkê li navçeya Berwarî Bala da, lê belê di rê de TNT yek ku bi destê çekdarên PKKê li wir hatbû danan teqîya û sê kes birîndar bûn.

Çavkaniyên Pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, piştî teqîna duh  roja sê şemî, hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê gihîştin navçeyê û 6 TNT yên din jî, ku çekdarên PKKê li ser rêya giştî ya xelkê danîbûn pûç kirin.

Pustên heman beş