Cewad Zerîf bersiva bertekên tomara deng da: Ez xemgîn im!

Cewad Zerîf bersiva bertekên tomara deng da: Ez xemgîn im!

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf piştî bertekên zêde yên li ser belavbûna tomara wî ya deng ku rexne li Qasim Suleymanî û aliyê leşkerî yê Îranê digirt, paşde gav avêt û got, “Ez xemgîn im”.

Di hevpeyvîna dengî ya bi qasî 3 saetan de ku di medya cîhanê de jî belav bûye de, Zerîf dibêje, dîplomasiya Îranê li gor hewa û hewesa rêberê bilind ê Îranê Elî Xaminêyî û Qasim Sulêymanî birêve diçe.

Li ser van gotinan medya Îranê ya girêdayî Supaya Pasdaran bi tundî êrîşê Zerîf û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û hikûmeta wî dikin.

Zerîf herwiha ji ber destwerdana wî di karûbarên wezareta derve de rexneyan li Sulêymanî digire û diyar dike ku kiryarên serfermandar rê li ber dîplomasiya wî digire.

Li aliyê din Berdevkê Komîsyona Karûbarên Derve û Asayişa Niştimanî ya parlamentoya Îranê, Ebulfezl Emûyî ji ajansa TasnimNews a nêzîkî Supaya Pasdaran re ragihandiye ku wî ji Mihemed Cewad Zerîf li ser mijarê xwestiye beşdarî civîna yekem a Komîsyona Karûbarên Derve û Asayişa Niştimanî bibe.

Hesen Ruhanî jî piştî belavbûna tomara deng di civîna kabîneya xwe de diyar kir k dijmin li dû perçebûna di nav refên me de ye lê divê em nehêlin ev yek pêk were.

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Instagramê li ser wê hevpeyvînê paşde gav avêt ev bersiv da bertekan:

“Ez gelek xemgîn bûm ku nîqaşek teorîk a nepenî li ser lezgîniya hevdemkirina dîplomasiyê û qada şer – ji ber vê yekê ku ezmûnên hêja yên heşt salên dawî ne ji bo sûd wergirtina berpirsên paşîn – veguherî nîqaşeke navxweyî.”

Pustên heman beş