Wezîrê derve yê berê yê Amerîka John Kerry gotinên Zerîf di derbarê aşkera kirina nihênîyên êrîşên leşkerî yên Îsraîlê li dijî bingehên Îranê li Sûriyê red kir.
Di tomara dengî ya wezîrê derve yê Îranê, Cewad Zerîf, ku ev çend rojin îfşa bûye û di piraniya medyayên cîhanî de hatiye parvekirin, Zerîf gotibû ku John Kerry ew derbara êrişên Îsraîlê li dijî berjewendiyên komara îslamî ya Îranê li Sûriyê haydar kiriye. Li gor gotinan, hejmarek parlamenterên komarî di kongiresê de daxwaz kiriye ku John Kerry dev ji pileya xweya niha di hikûmeta Joe Biden da berde.
New York Times di vê derbarê de di raporekê de ragihand, ku dibe Kerry agahiyên nihênî pêşkêşî dijminekê wîlayetên yekbûîy yên Amerîkayê kiribin.
Wezîrê berê yê karên derve yên Amerîkayê Mayk Pompeo, têkildarî berdewamiya têkilya di nêvbera Zerîf di gel Kerry da bi taybetî piştî bi dawî hatina karê Kerry di wezareta derve ya Amerîkayê de got: “Ev tomara dengî tiştê ku min bi salan digot îspat dike.”