Amerîka û Îsraîlê li dijî tehdîdên Îranê komîteyek hevpar pêk tînin

Amerîka û Îsraîlê li dijî tehdîdên Îranê komîteyek hevpar pêk tînin

“Jacob  Sullivan” şêwirmnedê asayîşa Netewî ya Amerîkayê û “Yosî Kohin” şêwirmendê asayîşa netewî ya Îsraîlê di civîna xwe a sêşemiyê de li Waşinton li ser vê yekê ilhevkirin ku li dijî gefên balefirên bê pîlot û moşekên rejêma Îslamî ya Îranê komîteyeke hevpar pêk bînin.

Di vê civînê de şêwirmendên asayîşa Netewî ya Amerîka û Îsraîlê dilgiraniya xwe derbara mijara pêşde çûna bernameya Nuklerî ya Îranê di salên rabûrî de diyar kir û Sullivan, Yosî Kohen derbara pêshatên gotubêjên derbara zîndî kirina lihevhatina Nuklerî haydar kir.

Pêgeha “Times aw” a Îsraîlî di vê derbarê de nivîsand, biryare “Yosî Kohen” di civînekê de bi rayedarên Bala ên Amerîkayê re, belgeyên karên veşartî yên rejêma Îranê derbara bernameya Nuklerî ya vê rejêmê bêxe ber destê Hikûmeta Joe  Biden û Amerîkayê bi peywestbûn bi lihevhatinê pûşman bike.

Her wiha biryare “Ayu Kuxawî” berpirsê desteya supayê Îsraîlê, bi berpirsên pentagonê re bicive, daku daxwaza çavdêriya navdewletî û kontrola li ser beşa lekolîn û werara Îranê û berev pêş birina bernameya Nuklerî ya vî wilatî bike.

Pustên heman beş