PKKê 40 gundên din ên Başûr kirine navçeyên eskerî

PKKê 40 gundên din ên Başûr kirine navçeyên eskerî

Di şeş rojên rabûrî de û ji dema destpêkirina operasyona Zinara Kêste ya Tirkiyê li dijî rêxistina PKKê, xeterîya çûlbûnê li ser 40 gundên din yên Kanî Masê çêbûye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ji roja înîya rabûrî û dema destpêkirina operasyona Zinara Kêste, xeterî ketîye ser 40 gundê devera Berwarî Bala ku bi temamî ji şênîyan werin çûl kirin.

Dest nîşan kir, rêxistina PKKê nuqteyên çekdarên xwe xistine nêzî van gundan û j ber vê sedemê dewam tên bombebaran kirin.

Kanî Masê navçeyeke sînorî ya Başûr Kurdistanê ye, bi dehan gundên mezin û biçûk lê ne, bi yêk ji navçeyên herî dewlemend bi çandinyê tê hesab kirin, lê belê bi sedema PKKê piranîya gundên wê çûl bûne û ev navçe bûye eskerî.

Pustên heman beş