Tirkiye 5280 eskeran dişîne devera Hekariyê

Tirkiye 5280 eskeran dişîne devera Hekariyê

Artêşa Tirkiyê operasyoneke herî mezin li devera Hekariyê ya Bakurê Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê dest pê kir, 5280 esker û polîs têde beşdarin.

Îro roja pêncşemî 29/4/2021an, artêşta Tirkiyê operasyoneke herî mezin li navçeyên Hekariyê û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê dest pê kir.

Di vê operasyonê de, 5 hezar û 280 esker, komando, cendirme û polîs beşdarin û ji bo deverên Hekariyê û Şirnexê hatine şandin.

Medyaya Tirkiyê dest nîşan kirîye, ji qûnaxa yekemîn ya vê operasyonê ku li 11 kanûna yekema îsalê dest pê kirbû, 22 çekdarên rêxistinê hatine hedef kirin.

Pustên heman beş