Bangek ji bo “lêborînê” ji 132 kesayetiyên navdar ên Kurd ji Taner Akçam re

Bangek ji bo"lêborînê" ji 132 kesayetiyên navdar ên Kurd ji Taner Akçam re

132   kesayetiyên navdar, rojnamevan û lekolinvan daxuyaniyek hevbeş parvekir û prof. Taner Akçam şermezar kirin. Taner Akçam ji bo qir kirina Ermeniyan kurd tawanbar kirbûn û gelek agahiyên ne dirust li ser têkilîyên kurd û Ermeniyan belav kirbû.

Hevdîtineka Taner Akçam li rojnameya Duvar belav bûbû. Taner Akçam di vê hevdîtnê da hinek îddîa li ser dîroka kurdan dabûn gotin. Taner Akçam weha gotbû: “li sed sala 19an de axayên kurdan mafê wan hebû ku dema li navçeyên wan Ermeniyek zewicîba şeva yêkê bûk ji wan re be. Heman dem ji Ermeniyan zerîbe jî bi awayekê ne destûrî distandin. Anku Ermeniya du caran zerîbe didan yek ji boy hikûmeta navendî yek din jî ji boy axayên kurdan. Yanî li navçeyên kurdan weke hemwelatî serederî bi Ermeniyan re nedihat kirin”.

Taner Akçam ev daxuyaniye di salvegera komkujiya Ermeniyan de ragihand û rastî ne razîbûna kurdan hat. Kurdan li ser sosyal medyayê Akçam şermezar kir. Gotina Akçam ku axayên Kurda şeva yekê bûk jiboy xwe dibirin, mafê şeva yekê bo axa wek heqaret kirin bi civaka kurdan hat dîtin û hat gotin ku ev çende di nav kurdan de bi tu awayekî çênebûye.

Duh 132 nivîskara beyannameyek îmza kirin û xwestin ku Taner Akçam ji kurdan lêborînê bixwaze.

Daxuyaniya rewşenbîrên kurd de hat gotin ku “Heya niha li ser civaka Ermenî û kurdan gelek tiştên erênî yan nerênî hatîne nivîsandin û gelek tiştên bê bingeh hatîne nivîsandin. Lê belê ev tiştên Akçam nivîsandî ne hatîye bihîstin û nivîsandin. Her çend Taner Akçam gotibe jî ev tişt di hinek çavkaniyan de hatîye nivîsandin jî, lê belê ev îdîa ne zansitîne ne jî cihê bawerîyê ne, û nirxên civakî yên her du aliya jî vê îdîayê qebûl nakin.”

Heman demê di daxuyanîyê de hat gotin ku “dema ku her du gel bi gelek pirsgirêkên mezin re rû bi rûne lê îdîaya “mafê şeva yêkê” avêtine ortê nayê famkirin. Eve heqarete ji boy her du aliyan. Heman demê jî em vê meyzandina prof. Taner Akçam red dikin. Ev version û çepgîriya îdolojîk ya fermî ya Tirkiyê ye.

Di dumahîka daxuyaniyê de jî hat gotin ku “ji ber van îdîayên bê bingeh û şaş em Taner Akçam şermezar dikin û em daxwazê ji wî dikin ku ji herdu gelan lêborînê bixwaze.”

Pustên heman beş