8 dibistanên Tirkiyê yên li Erebistana Siûdî tên girtin

8 dibistanên Tirkiyê yên li Erebistana Siûdî tên girtin

Hat ragihandin ku birêvebiriya Erebistana Siûdî biryar da ku heta dawiya sala perwerdeyê ya 2020-2021ê 8 dibistanên Tirkiyê yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Netewî ya Tirkiyê û li paytext Riyad û parêzgehên din kar dikin bigire.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ya fermî, ku agahî ji çavkaniyekî dîplomatîk bi dest xistin Wezareta Perwerdeya Erebistana Siûdî ji dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê yên li Tebûk, Riyad, Taîf û Cîddeyê ra bi nivîskî biryara girtinê şandiye.

Hat zanîn ku rayedarên Erebistana Siûdî dibistanên tirk ên li bajarên Dammam û Abhayê jî ziyaret kirin û bi devkî biryara girtinê ji wan re ragihandin.

Agahî hat dayîn ku dibistanên li Mekke û Medîneyê jî dê bi heman awayî bên girtin.

Pispor di wê baweriyê de ne ku tevgera Riyad dikare careke din bibe sedema aloziya di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî de.

Aloziyên di navbera Enqere û Riyadh de ji sala 2017 û vir ve zêde dibin, nemaze piştî piştgiriya Tirkiyê ji Qatar ku di bin dorpêça Siûdî re bû û bi kuştina rojnamevanê rexnegirê Siûdî Jamal Xaşiqçî li konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê ev alozî gihiştin lotkeya xwe.

Pustên heman beş