Hêzên supayê pasdarên Îranê li gundekî Rojhilata Kurdistanê gulle berdan hemwelatiyan.
Hêzên çekdar ên rejîma Îslamî ya Îranê, jiber dij derketina şêniyên gund li himber birîna darên wan ên gwîza gulle berdan şêniyên gundê “Serabî Kehmanî Elşeterî” ê ser bi parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê.
Roja çarşemî 28/4/2021an, hêzên supayê pasdaran dikevin gundê “Serabî Kehmanî Elşeterî” û raste rast guleyan berdin şêniyên vî gundê Rojhilata Kurdistanê û bi vê sedemê sê kes birîndar dibin.
Hêjayî gotinê ye ku şêniyên vî gundî bi sedema diyarkirina nerazîbûna xwe li himber birîna darên wan yên gwîza ji aliyê hêzên supayê pasdarên Îranê ve li ber dergehê îdareya Çavkaniyên Xwezayî kom dibin, lê hêzên supayê pasdaran gulleyan berdin wan û bi vê sedemê 3 kes birîndar dikevin.