Di yek sala rabûrî de herî kêm 68 karkerên rojhilatê kurdistanê canê xwe ji dest daye

Di yek sala rabûrî de herî kêm 68 karkerên rojhilatê kurdistanê canê xwe ji dest daye

Hevdem di gel 1î Golanê, roja cîhanî ya karkeran, rêxistina mafên mirov a Hengaw, raporek li ser bin pêkirina mafên karkeran li rojhilatê kurdistanê parve kiriye.

Li gor amarên Hengawê, li 1/5/2020an heya 1/5/2021an, herî kêm 712 haletên binpêkirina mafên karkeran li Rojhilatê Kurdistanê hatine tomarkirin ku can ji dest dana 68 karkeran bi sedema kar kirinê, kuştin û birîndar bûna 16 karker û cotkaran bi sedema teqîna mayîna, kuştin û birîndar bûna 255 kolber û kasibkara, desteserkirina 18 çalakvanên karker û Kolber, her wisa derkirina 254 karkeran li karên wan bi xwe ve digre.

Di vê demê de herî kêm 5 kesên bin 18 saliyê de canê xwe ji dest daye ku yek ji wan bi sedema bûyerên kar û 4 ji wan li dema kolberiyê canê xwe ji dest daye.

Hêjayî gotnê ye mafê civîna, rêxistin û azadiya rêxistinî li gor standerdên cîhanî yên mafên mirov weke qanûnên mafên mirov û mafên sereke yên kar di sîstema rejêma îslamî ya Îranê de tune ne. Bi tenê yekeyên karkera yên ku ser bi rijêmê ne mafê çalakiyan di cihê kar kirinê de heye û ti bandorek jî li ser baştir kirina rewşa kar de nîne belku bi tenê parêzerên bihayên îdolojîk ên desthilatê ne li cihê kar kirinê de.

Pustên heman beş