Williams: Divê demildest hemahengî di navbera hêzên Kurdistanê û Iraqê de were dirustkirin

Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê David Williams, li ser êrîşa DAIŞê ya ser sengerên Pêşmerge diyar kir: Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefeke cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Kolonel David Willams ji K24ê re daye zanîn: Em sersaxiyên xwe arasteyî malbatên Pêşmergeyên şehîd dikin û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
David Willams destnîşan kir: Ev êrîş bi bîr tîne ku hê jî DAIŞ gefeke cidî ye li Herêma Kurdistanê û Iraqê, loma divê demildest hemahengî di navbera hêzên Kurdistanê û Iraqê de li deverên cihê nakokiyê were dirustkirin.
Willams eşkere kir: Yek ji xalên hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê, damezrandina navenda hevbeş e li wan deveran, da ku rêgirî li encamdana êrîşên weke şeva borî were kirin û herwiha hemahengiyeke din e ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê.