Rojhilatê Kurdistanê di rêza pêşiyê ya bêkartirîn navçeyên Îranê de ye

Rojhilatê Kurdistanê di rêza pêşiyê ya bêkartirîn navçeyên Îranê de ye

Rejîma Îranê berdewam hewil daye ku parêzgehên rojhilatê Kurdistanê di bêkarî û hejariyê de bihêle  daku nekarin pêşketin û serhildanê bi xwe ve bibînin.

Li gor amarên navenda amara rejîma Îranê, di çend mehên rabûrî de, rêjeya bêkariyê gihiştiye ji sedî 9.7, bi wateyeke din nêzî ji sedî 10 a kesên dixwazin kar bikin nekarîne kar bi dest xwe bixin.

Weke her car parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê di warê bêkariyê de bi rêjeya 18.8 ji sedî di rêza yekem de cî digre, di rêza duyemîn û sêyemîn de jî du parêzgehên din ên rojhilatê Kurdistanê tên. Parêzgehên Îlam û Loristan di rêza pêşiyê ya bêkartirîn parêzgehên Îranê tên.

Cudahiya bêkariyê di nêvbera parêzgeha Sine û Kirmaşanê de bi hevberkirin bi parêzgehên din re di asta jûr de tê hesab kirin. Li gorî van amara rêjeya bêkariyê di parêzgehên sînorî de ku ji neteweyên kurd û neteweyên ne fars pêk tên, pir zêdetire.

Pustên heman beş