Di dema meha rabûrî de herî kêm 18 kolber û kasibkarên kurd li sînorên rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin yan birîndar kirin.
Rêxistina mfên mirov a Hengaw, di raporekî de ragihand: di dema meha rabûrî de herî kêm 18 kolber li sînorên rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku 78% a van haletan bi sedema teqeya rasterast ya hêzên çekdarên Îranê çêbûne.
Li gorey vê rapora Hengawê, di vê demê de 2 kolber hatine kuştin û 16 kolber jî hatine birîndarkirin. Hêjayî gotinê ye ku yek ji kolberan li jêr îşkenceyên hêzên çekdarên Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.
Zêdetirîn hejmara kuştî û birîndaran li bajarê Sine hatine tomarkirin ku hejmara wan dibin 9 halet û tev kuştî jî şêniyên Urmiyê bûne.