Hoşeng Osê
Derewek mezin û qerase li cem PKK heye, û mixabin, rojek ji rojan, min jî vê derewê bawer kirbû û weke rastiyeke ber bib çav û dîrokî û bêguman didît! Weke hemû PKKiyan vê derewê, weke benîştê qereçiya, min dicût.
Li gorî derewa PKK: deskefeteke Kurdan li kur hebe, yan eger di siberojê de çê bibe, di Kurdistanê de yan li jî Argantînayê, yan li ser heyvê be, ew deskeft, tenê serencama çekên PKKê ye û berhemeke ji berhemên xebata PKKê ya çekdariye! çi guherîn û veguherîn li Amerîka, Afrîka û Asiya
çêbe, tenê ji ber çekên PKKêye çê dibe
Vê derewê û gelek derewên din yên PKK ku pir in û dawî li wan nayê, min jî bawer dikir û belav dikir û ji wan re li çepikan dixist
nûka, sitirana Şivan Perwer “lo me çi kir, me çi kir
me xwelî li serê xwe kir” çiqas li bejn û bala me tê
Ta nuha, hîn gelek xwelîser ji derewên PKK bawer dikin. Hinek di nav dostên PKK de hene baş derewiyên PKK nas kinine, lê didin xatirê xwîna keç û xortên Kurdan ku li ser rêya derewên PKK hatiye û tê rijandin