Hat ragihandin ku li parêzgeha Idlib a Sûriyê, di nava depoyeke çêkirina top û mayinan a komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, teqîneke mezin çêbû.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku teqîn li nêzî kampa Firûsiyê ya li herêma El-Fûaa ya bakurê rojhilatê Idlibê di depoyeke çêkirina top û mayinan a girêdayî komeke çekdar de rû daye.
SOHRê daye xuyakirin ku di encama teqînê de, 2 çekdar û welatîyekî li cihê bûyerê can dane û 6 kesên kampana penaberan jî birîndar bûne.
teqîneke tund pêk hat.
Herwiha SOHRê, bal kişandiye ser, îhtimala ku teqîn ji ber êrîşeke asmanî pêk hatibe heye.