Dadgeha Başûr cezayê Ajanên PKKê pejirand

Dadgeha Başûr cezayê Ajanên PKKê pejirand

Dadgeha têhelçûnê a Başûrê Kurdistanê, cezayê ajanên rêxistina PKKê pejirand ku 6 salên zîndan kirine ji boy her yêk ji wan.

Îro roja sêşemî 4/5/2021an, hat ragihandin ku dadgeha têhelçûnê a Başûrê Kurdistanê, cezayê ajanên rêxistina PKKê li devera Behdînan ku 6 sal zîndan kirine ji boy her yêk ji wan pejirand, melefa tewanbarek din yê bi navê Bedel Berwarî ji bo dubare lekolînê vegerand.

Her yêk ji “Eyas Kerem, Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd Beroşkî, Guhdar Mihemed Zêbarî û Harîwan Îsa” li 16 sibata îsalê bi cînayeta sîxortîya ji boy rêxistina PKKê hatin dadgeh kirin, her yêk ji wan bi 6 sal zîndan kirinê hat ceza kirin.

Ev ajanên PKKê li jêr nav û perdeya medya û rojnamevaniyê karê sîxortiyê dikir, paş ku dadgeha wan bi dawî bûy, dadgeh ji hêla beşeka aliyên siyasî û rêxistin û çalakvanan hat rexne kirin.

Saziya dije terora Başûrê Kurdistanê piştre dîmnên danpêdanên wan ji boy raya giştî parvekirin, lê belê rêxistina PKKê ji bo ku vê cînayeta xwe bipeçine, hinek ji gundiyên binara Qendîlê weke ajan dan nas kirin û dîmenên wan parvekirin.

Pustên heman beş