Fermandarekî din ê supayê pasdaran li Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin

Fermandarekî din ê supayê pasdaran li Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin

Husên Namwer, fermandarekî hêzên pasdarên Îranê, li navçeya “Dernaxê” a bi ser Merîwanê ve di pevçûnekî de birîndar dibe û piştre can dide.

Şeva rabûrî bi sedema pevçûna hêzeke leşkirî bi hêzên emnî yên Îranê re li navçeyên sînorî yên Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê, fermandarekî hêzên supayê pasdaran tê kuştin.

Li gor nûçeya ajansa “Mîhir” a Îranî bi veguhastin ji zardevê Elîreza Merzbanî, fermandarê pasewanên parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, kesek bi navê “Husên Namwer” fermandarê pasewanên sînorî, şeva rabûrî li navçeya “Dernaxê” a ser bi bajarê Merîwan di pevçûnekî de bi giranî birîndar dibe û paş rakirina wî ji boy nexweşxaneya Merîwanê canê xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê şer û pevçûna di nêvbera hêzên ewlehiya Îranê û wan hêzên leşkirî bo demekî berdewam kir.

Ev di demekî de ye ku heya niha ti hûrgilîyek li ser vê pevçûnê nehatiye parvekirin û ti yek ji partî û aliyên Rojhilatê Kurdistanê berpirsatiya vê êrîşê nexistiye ser xwe.

Pustên heman beş