Akar: Em rêz li sînor û serweriya hemû cîranên xwe digrin!

Akar: Em rêz li sînor û serweriya hemû cîranê xwe digrin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê da xuyakirin, ew rêzê li serweriya axa Îraqê digirin û armanca operasyona li ser sînorê Başûrê Kurdistanê tenê jinavbirina PKKê ye.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar got: Em rêz li sînor û serweriya hemû cîranê xwe digrin di serî de yê Îraqê. Li bakurê Îraqê jî, li bakurê Sûriyê jî ti armanceke me ya din nîne.

Diyar kir jî, wan ji 23’ê Nîsanê dest bi operasyona Pençe Birusk kiriye û ji wê demê ve 68 gerîlayên PKKê di operasyonê de canê xwe ji dest dane. Niha li Avaşîn-Basyan û Metîna operasyon didomin.

Roja 1ê Gulanê Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar serdana binkeyeke serbazî ya welatê xwe ya li devereke sînorê Herêma Kurdistanê kiribû, Hikûmeta Iraqê nerazîbûn li ser wê serdanê nîşan da û got ku Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî bêyî hemahengî an rizamendiya pêşwext bi awayekî nerewa derbasî nav axa Iraqê bûye.

Li ser wê yekê jî, Wekîlê Wezareta Derve ya Iaqê Nizar Xeyrullah, karbirêkerê Balyozxaneya Tirkiyê bangî wezaretê kir û nameyeke nerazîbûnê radestî wî kir.

Pustên heman beş