Esed: PKKe hevpeymana meye, vê rêxistinê destketiyên baş ji boy me çêkirine

Esed: PKKe hevpeymana meye, vê rêxistinê destketiyên baş ji boy me çêkirine

Serokê rejîma Sûriyê, PKKê bi hevpeymana rejîma xwe dizane û dibêje: vê rêxistinê destketiyên pir baş ji boy me çêkirine.

Riyaz Hîcab ku ji meha xizîran heya tebaxa sala 2012an, Serokwezîrê Sûriyê bû, di bernameyeke TV yê de bas li bûyerekê kir ku ew bi xwe têde amade bû û got: bi hêvî me haya gelê me li Cezîrê, Firatê û tevahîya Sûriyê hebe ku li roja 21/7/2012an, paş hilweşiyana Şaneya Kirîzan, Beşar Esed ferman da yekeyên artêş û hêzên ewlehiyê yên Sûriyê ji Cezîrê vekşin û navçeyê bi tevahî û çekên xwe radestî PKKê bikin.

Riyaz Hîcab dibêje: li wê demê Beşar Esed li koçka komarî li gel wî civînek çêkir, endamên Partîya Bes a Sûriyê têde beşdar bûn, di civînê de nîqaş hat kirin kanê çima Şaneya Kirîzan bê hilweşandin û çima navçe û çekên artêşê radestî PKKê bên kirin?

Esed: ji boy kontirol kirina cadeya Kurdî pêwîstîya me bi PKKê heye

Li gorî gotina Riyaz Hîcab, di bersiva endamên hîzba Bes de, Beşar Esed got ku PKKe hevpeymana wane û li salên rabûrî destketiyên pir baş ji boy wan çêkirine, niha jî wan pêwîstî bi PKKê heye ji bo ku cadeya Kurdî were kontirol kirin, hemwext ew mîna xencerekê ne ji boy kemera Tirkiyê.

Paş dest pê kirina şorşa gelê Sûriyê li sala 2011an, rejîma Esed bi alîkarîya Îranê, Peyman li gel PKKê çêkir, piştre ji Rojavayê Kurdistanê vekşî û hemû navçe radestî PKKê kir.

Pustên heman beş