Gelê Belûç li Sîstanûbelûcistan bi sedema wê zulm û zora li wan tê kirin li dijî rejêma Îranê dest daye çek.
Yek ji berpirsên polîsên rejêma Îranê li parêzgeha SîstanûBelûcistan a vî wilatî ji hêla kesên nenaskirî ve tê kuştin.
Roja çarşemî 5/5/2021an “Mehdî Şehrekî” yek ji berpisên poslîsên rejêma Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan ji hêla kesên ne naskirî ve tê hedef kirin û piştra tê kuştin.
Ehmed Tahirî, fermandarê hêzên polîsên Sîstanûbelûçistan di vê derbarê de ragihand, “Navbûrî ji boy encam dayîna erkekî çûbû dervey bajar û di rê de teqe li wî hatiye kirin û ew hatiye kuştin, heya niha nayê hîn bûn kê ew kuştiye.”